Peyvsaziya kurdiya naverast di pirtûka McCarus de

Samî Tan

Zimanê kurdî pêşî li medreseyên kurdan hatiye bikaranîn, di sedsala 17an de bi Serfa Kurmancî ya Eliyê Teremaxî bûye berhema perwerdeyê. Kurdî, di sedsala 18an jî bala geştyar û mîsyoneran kişandiye. Li Ewropayê yekemîn berhema der barê zimanê kurdî de di sala 1787an de li Îtalyayê ji hêla Garzonî ve hatiye nivîsandin. Piştî Garzoni li rojhilat û rojava gelek mîsyoner, geştiyar û peywirdarên welatên cur bi cur bi armancên têvel der barê zimanê kurdî berhem nivîsandine. Her wiha ji kurdan jî gelek zanyar û zimanzanan der barê ziman û rêzimana kurdî de berhem dane.

Em ê di vê nivîsara xwe de berhema zimannas Ernest N. McCarus ji xwe re bikin warê lêkolînê û bala xwîneran bikêşin ser peyvsaziya kurdiya naverast (soranî). Ev berhema Ernest N. McCarus a bi navê A Kurdish Grammar, Descriptive Analysis of the Kurdish of Sulaimaniya, Iraq di sala1958an de li New Yorkê hatiye weşandin.

Di vê pirtûkê de em ê bala xwe bidin beşa di bin sernavê “word formation” anku peyvsaziya kurdiya naverast, bi vê yekê em dixwazin wekhevî û yekrengiya peyvsaziya kurdiya naverast û kurdiya jorî nîşan bidin. Di nivîsareke din jî em ê balê bikêşin ser bîr û boçûnên D. N. MacKenzie ên di heman mijarê de.

Li gorî McCarus, “Di kurdî de peyv bi rêya dubarekirinê, hevedudanînê û gireyan tên dariştin. Dubarekirin û hevedudanîn ji bo bêjeyên serbixwe ye, gire jî bêjeyên hem bêjeyên serbixwe hem jî yên bendkirî pêk tînin.” (McCarus, 1958:82)

Mînakên McCarus:

1. Dubarekirin: Bidestxistina reheke nû ya peyvê, bi rêya dubarekirina reha peyvekê.

Mînak: demdem, pêçpêç (zigzag), pelepêl, gizegiz kirdin (gilî û gazin kirin)…

2. Hevedudanîn: Di vê rêbazê de mirov du peyvan digihîne hev û pê peyveke nû pêk tîne. Li gorî M.cCarus, bêjeyên hevedudanî yên ku bêyî dengdêra navbergir (composition vowel) pêk hatine, bêjeyên hevedudaniya pênasekirinê ne.

Hevedudanî (navdêr): tîrbirjan, marmasî, nîweroxew (Xewa nîvro), zirbira, xeletyarî, serban, ladê (gundê veder), kedfiroştin, çwarpê, duziman (xapînok), giyanleber (ruhber, giyandar)…

Bi rayeka lêkeran: resmgir, kaxeznûs, taçbexş, kerfiroş, segşor (segşo), meaşxor, ferşraxêr, dilgir, lagir, rojhelat, nankir, dûrbîn.

Rengdêr: dilteng, serspî, dilşikaw, qisexoş…

Peyvên hevedudanî yên empatîk (empathic compound): Ev bêjeyên ku du peyv bi alîkariya navbergirekê gihaştine hev, peyvên hevedudanî yên empatîk in. Hemû bêjeyên empatîk navdêr in.

Navdêr+navdêr: nîwero (nîvro), tuleseg (segê ciwan), bendexwên, xolemêş, dendezîx, janeser, kureza (neviyê kur)…

Navdêr+rengdêr: bizinekewî (bizina kovî), sinoqereşeke (sindoqa reş), qulereş (reşik), xoşkegewre (xwişka mezin)…

Rengdêr +navdêr: reşeba (bareş), pîremêrd, pîrejin…

Navdêr + rayek: şîrexor (şîrmij)

Pirtik+navdêr: paşeroj (dahatû)…

Hevedudanîyên ahengsazîyê: Di vê formê de du heb peyv (rayek jî tê de) bi /û/yekê digihêjin hev. Her du peyv jî ji heman beşa axaftinê ne û bêjeya ku derdikeve holê jî ji heman beşa axaftinê ye.

Navdêr+navdêr = navdêr: çepûrast (çepûrastî xoy nezane / çep û rasta xwe ji hev dernaxe), bûkûşûşe (pêlîstang), dostûbirader, serdûgerm (eme serdûgermî nedîwe), xalûza (kurxal û keçxal), xalûjin (jinxal)…

Rengdêr+rengdêr= rengdêr: rastûçewt (durû, ne cihê pêbawerîyê)…

Rayek+rayek= navdêr: hatûçû, xwardûbird

Rayek+neyînî+rayek=navdêr: xornexor…

3. Dariştina bi alîkarîya gireyan:

Gireyên navdêrî:

– ayetî: xizmayetî…

– baz: segbaz, pulbaz (mîratxur, destbelav), hatîwbaz (homoseksuel), nuktebaz

– cî: wutucî, boyaxcî…

– dan: şekirdan, xwêdan, agirdan…

– dand: agadand (çavnasî, hişyarî)…

ewan (têkildarî tiştekî / cihekî): şaxewan (çiyayî), qazewan (qazwan), keştiyewan…

– ewarî: kurdewarî…

– ga (cih): karga, dadga…

– istan (cih): kurdistan, daristan…

– xane (mal, avahî): çayxane, jêrxan (jêrzemîn)

– za: biraza, purza (kurmet, keçmet; kurxaltî, keçxaltî)

Paşgirên biçûkkirinê -le, ûlê, -jolê,-okê, ockê: Ev hin caran biçûktiyê, hin caran jî hezkirinê nîşan didin. Kengî dê kîjan were bikaranîn pêşbînîkirina wê ne pêkan e. Li gorî McCarus, -lokê ji -lê tê û -okê jî biçûkkirineke zêdetir nîşan dide.

– le: teşpîle (teyfika biçûk a darîn)…

– ûle: mêşûle…

– jole: karjole (miha biçûk)…

– oke: minalokê (zaroka delal)…

– oçke: maloçkê (mala biçûk)…

– îlkê: çawilkê (berçavk)…

– lokê: teşpîloke (teyfika darîn a pir biçûk)…

Paşgirên navdêrî yên ku rengdêran pêk tînin:

– a (taybetî, rewşê nîşan dide): sarda, germa…

– aî (rewş, merc): sewzaî, drêjaî, kwêraî…

Paşgirên navdêrî yên ku bi navdêr û rengdêran re tên:

Ji navdêrekê navdêreke nû çêdike -î (taybetî an rewşê dinimîne): daykî, minalî…

Ji rengdêran navdêrê çêdikin: ciwanî, pîrî, çakî….

– etî (rewş an taybetîyê nîşan dide): piyawetî, brayetî, pîretî…

Paşgirên navdêrî yên ku bi rayeka lêkeran re tên:

– gar: kirdgar (yê ku dike)

– in; -n (rayeka dema borî dike rader û navdêra lêkerî pêk tîne): kirdin, dan…

Paşgirên navdêr ên ku li pey navdêr û rayekên lekêran tên:

– nok; -ok: Ev her du paşgir bi heman wateyê tên, lê belê ne dîyar e ka kîjan kengî tê.

– nok: tirsnok, girînok…

– ok: kirmok (kurmxur), gerok…

Paşgirên navdêrî yên ku ji navdêr, rengdêr, rayeka lêkeran, cînavkan û komepeyvên navdêrî bêjeyan saz dikin.

– e (Ev paşgir hêmanek taybet ê komekê nîşan didin): sware, dane, şire, jimare, ewane, bêkare…

Paşgirên navdêr ên bi pirtikan re tên:

– lo: (tê dawîya hejmarên bingehîn, wateya yeka nimûneyî dide wê): şeşlo, dulo…

Paşgirên Rengdêrî

Paşgirên rengdêrî ji navdêr, rengdêr, rayekên lêkeran û pirtik rengdêran pêk tînin. Du heb jî pêşgir (ne- û na) hene ku ji rengdêran dîsa rengdêran pêk tînin.

Paşgirên rengdêrî yên ku li pey navdêran tên:

– awî: qorawî (biherî), befrawî..

– î (mensûbîyetê nîşan dide): rojawaî, îsaî, qaweî…

– mend (xwedîtîyê nîşan dide): dadmend…

– în (taybetî û rewşê nîşan dide): şermîn, tukîn (bipirç)…

Gireyên rengdêrî yên ku bi rengdêran re tên:

baw: surbaw (rengsor)…

ne-; na-(neyînî): Bi tenê çend heb rengdêr ji wan pêşgira /ne-/, yên mayî pêşgira /na-/ digirin.

netîj (netûj), narêk (nelihev), nexoş (nexweş), naxoş (tiştê ne xweş)…

-ole (biçûkker):kizole (xembar)…

Paşgirên rengdêrî yên bi rayeka lêkeran re tên:

– û; -w (Ev paşgir ji rayeka dema borî parenga dema borî pêk tîne): xwardû (xwarî), awsaw (daqurtandî)…

Paşgirên rengdêrî yên ku li pey navdêr û pirtikan tên.

– ane: kiçane, rojane, dwane…

Paşgirên lêkerî

Paşgirên lêkerî bi tenê piştî rayeka lêkeran tên.

– and (ev tê dawîya rayeka dema niha ya lêkerê ku wê dike sedemkarî): tirsand, geyand, niwand (razand)…

Paşgirên pirtikî

Ev cure paşgir li pey hejmaran tên, wan dikin rêzekî.

– em (hin caran jî dibe -emîn): yekem (yekemîn), duwem…

Dema ku em bala xwe bidin mînakan em ê bi zelalî bibinin ku bêjesaziya zaravayê soranî jî bi gelemperî wekî ya zaravayê kurmancî ye. Di hin bêjeyan de guherîna dengan (her wekî /-geh/ kurmancî di soranî de bûye /-ga/ lê belê wate yek e û cih nîşan dide. Tiştê balkêş, du paşgirên tirkî jî ketine zaravayê soranî, ew jî paşgira /-cî/ ye ku bi zaravayê kurmancî de jî heye, her wekî tirşikçî, helawçî….

Ya jî paşgira /-lo/ ku di kurmancî de nîn e, her wekî “dulo, şeşlo” ku ji paşgira “-li, -lı, -lü, -lu (iki, altılı, dörtlü, dokuzlu)”, tirkî tên. Di nav mînakan de hinek peyv di kurmancî de nîn in, her wekî “çawîlke (berçavk)” û “niwandin (razandin)”. Li gel vê yekê ji aliyê wateyê ve naskirina van peyvan ne dijwar e, ji ber ku, di kurmancî de peyva “çav” jî paşgira “-îlke” jî nas in, her wiha ji bo “niwandin”ê jî di kurmancî de “nivistin” heye, ji wê “nivîn” hatiye dariştin, bi paşgira /-andin/ jî di kurmancî de gelek lêker hatine dariştin, her wekî; xapandin, şidandin, standin…. Her çiqas McCarus paşgira “-andin” wekî paşgireke bidestxistina avanîya sedemkar (causative) destnîşan kiribe jî her wekî kurmancî, di soranî de jî ev paşgir lêkerên teper (gerguhêz) pêk tîne. Di warê dariştina parenga dema borî de kurmancî û soranî ji hev cihê dibin, di kurmancî de paşgira dariştina parenga dema borî /-î/ ye, lê belê di soranî paşgira /-û/ vê parenga dema borî pêk tîne. Dema ku rayeka lêkerê bi dengdêrê biqede, hingî ew jî dibe /-w/.

Binêr:

1 – McCarus E. N. (1958). A Kurdish Grammar Descriptive Analysis of the Kurdish of Sulaimaniya, Iraq. American Council of Learned Societies, New York.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x